Sûriyeyê agirbesta bi şert a Idlîbê bi dawî kir

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Sûriyeyê ragihand ku agirbesta ku beriya hefteyekî bi şert ragihandibû, bi dawî kiriye. Rêveberiya Şamê diyar kir ku Tirkiyeyê peywirên xwe yên Lihevkirina Soçiyê bi cih naniyê.
 
Artêşa Sûriyeyê agirbesta bi şer a Îdlibê ku hefteya borî ragihandibû, bi dawî kir. Artêşê Tirkiyeyê sûcdar kir û bi bîr xist ku agirbest girêdayî pekanîna Lihevkirina Soçiyê ya ku sala borî Rûsya û Tirkiyeyê li hev kiribû ye. Artêşa ragihand ku ji ber şertên hatine xwestin pêk nehatine agirbestê bi dawî kirine. Di daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: "Me agirbestê bi şert qebûl kir. Ev şert pêk nehatin. Em careke din dest bi operasyonên xwe yên li dijî terorê dikin."