Borîs Johnson bû serokwezîrê Îngîlîstanê

  • cîhan
  • 16:05 23 Tîrmeh 2019
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê berê yê Londrayê Borîs Johnson bû serokê Partiya Mûhafazakar a Brîtanyayê. Borîş wê ji niha û şûnde bibe serokwezîrê nû.
 
Duh bi dengadanîya 160.000 endamên Partiya Mûhafazakar a Brîtanyayê Borîs Johnson bû serokê partiyê. Theresa May a ku a niha serokwezîra Brîtanyayê ye wê sibê li Qesra Bûckînghamê îstîfaya xwe pêşkêşî Kralîçe Elîzabeth bike. Piştî nîvro jî wê Johnson peywira serokwezîriyê werbigire. Piştî ku Johnson ji aliyê Kralîçe hate ezimandin wê berpirsyariya hikumeta nû werbigire. Dosyeya herî giran a li ber Johson jî derketina ji Yekîtiya Ewropayê ye ya ku gel di 23’ê Hezîrana 2016’an de bi rêjeya 52 ji sedî qebûl kiribû.