Mîlîtanên Taliban bi ser qereqolê de girt: 25 kes mirin

  • cîhan
  • 12:55 29 Hezîran 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - MîlîtanênTaliban li li Navçeya Nahreyin a Bajarê Baglan a Afganistanê bi ser qereqola ceredvanan de girt û 25 kes kuştin û 8 kes jî birîndar kirin. 

 
MîlîtanênTaliban li li Navçeya Nahreyin a Bajarê Baglan a Afganistanê êrîşî qereqola ceredvanan kirin. Di êrîşê de 25 kes kuştin û 8 kes jî birîndar kirin. Waliyê Baglanê Muhammed Hanif Kohgedaî, daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku militanan bi ser qereqola cendevanan de girtiye û di encamê de 25 cerdevanên girêdayî hêzê Afganîstanê jiyana xwe ji dest dane. Kohgedai, da zanin ku di êrîşê de 8 cerdevan jî birîndar bûne. Kohgedai, destnîşan kir ku piştî bûyerê yekîneyên din şandine ji bo piştgiriyê.
 
Şahidên bûyerê jî diyar kirin ku di êrîşê de 30 cerdevan mirine. m