Rûsya: Di demeke nêz de sewqiyeta S-400'an a ji bo Tirkiyeyê dest pê bike

  • cîhan
  • 13:04 25 Hezîran 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Bazirganiyê yê Rûsyayê Denis Mantûrov diyar kir ku di demeke nêz de sewqîyeta parçeyên pergala S-400'an a ji bo Tirkiyeyê dest pê bike.

Wezîrê Bazirganiyê yê Rûsyayê Denis Mantûrov têkildarî pergala parastina hewayî ya S-400'an ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bûye mijara nîqaşan, ji Ajansa Nûçeyan a Rûsyayê Înterfaksê re axivî. Mantûrov diyar kir ku ji bo teslîmkirina S-400'an a Tirkiyeyê hemû biryarên pêwîst hatine girtin û di demeke nêzde parçeyên yekemîn ên pergalê sewqî Tirkiyeyê bên kirin. 
 
Mantûrov têkildarî zextên Amerîkayê yên ji bo betalkirina peymanê yên li ser Tirkiyeyê jî angaşt kir ku Tirkiyeyê sekneke bêtavîz nîşan daye. Heke sewqkirinê dest pê bike, dê Tirkiye bibe welatê yekemîn ê NATO'yê yê xwediyê S-400'an. Tê payîn ku nirxa peymanê ya di navbera Rûsya û Tirkiyeyê 2.5 milyar dolar e.