Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê îstîfa kir

  • cîhan
  • 11:45 7 Hezîran 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê Muhammed Bethaî îstîfa kir. Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî îstîfa wî qebûl kir.
 
Wezîrê Perwerdehiyê yê Îranê Muhammed Bethaî roja pêrşemê îstîfaya xwe da Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê ofîsa berdevkiya hikûmetê ve hat dayîn Rûhanî îstîfaya Bethaî pejirandiye.
 
Hat angaştkirin ku Bethaî ji bo di hilbijartina parlamentoyê de bibe namzet îstîfa xwe daye. Lê balkêş e piştî ku lîderê dînî Elî Hameney beriya bi çend rojan got, ''Zimanê farisî tune dibe'' wezîr îstîfa xwe da.