Japonya amadekariya 'navbeykariyê' dike

  • cîhan
  • 13:19 6 Hezîran 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - hat ragihandin ku dê Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe serdana Îranê bike. Tê gotin ku dê serdan di çarçoveya "navbeynkariya" Amerîka û Îranê de pêk bê. 
 
Sekreterê Giştî yê Hikûmeta Japonyayê Yoshîhîde Sûga di daxuyaniyeke çapameniyê de ragihand ku dê Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe biçe Îranê. Sûga derbarê hûrgiliyên serdanê de got ku hê di asta amadekariyê de ye. 
 
Piştî 40 salan Shînzo Abe bibe serokwezîrê yekemîn ê Japonyayê ku serdana Îranê dike. 
 
Ev serdan têkilî rageşiya di navbeyna Amerîka û Îranê de çêdibe. Rêveberiya Amerîkayê ji peymana nukleer a sala 2015'an a li Viyanayê ya yek alî vekişiyabû û biryara danekirinan li ser Îranê dabû.
 
Dawiya meha borrî Serokê Amerîka Donald Trûmp dema serdana xwe ya Tokyoyê gotibû ku bi Îranê re dixwazin peymanekê deynin û diyar kiribû ku ew ê kêfxweş bibin ku japon di vî alî de alîkar bin.
 
Trûmp dabû zanîn ku ew pir baş dizane ku Serokwezîrê Japonyayê pir nêzîkî rêveberên Îranê ye û dê bibînin bê ka çi bibe.
 
Abe di civîna çapemeniyê de ya bi Trûmp re gotibû welatê wî ji bo vê pirsa giran a rojeva navneteweyî tişta ji dest were dê bike.
 
Televizyona dewletê ya NHK'ê ya Japonya ragihand ku projeya Abe ew e ku nîveka hezîranê serdana Îranê bike.