'Tirkiye di şerê navxweyî yê Lîbya de aligire!'

  • cîhan
  • 12:10 31 Gulan 2019
  • |
img

LÎBYA - Endamê Navenda Şêwira Stratejik a Lîbya ya Navneteweyî Ebdullah Îhan Esmane, derbarê şerê di navbera hêzên Artêşa Netewî ya Lîbya û Hikumeta Mûtabakat a Netewî de axivî û got: “Tirkiye dixwaze li ser Lîbya re xwe bigîhîne Efrîka. Ji ber vê bi hemû hêza xwe bi şerê vir re eleqedar dibe. DAIŞ’iyan bi geştiyan dijîne Lîbya.”

 
Li Rojhilata Navîn, îsyanên gel ên li dijî dewletên Erepên tekparêz û şerên navxweyî yên desthilatdariyan dayîn dest pêkirin dewam dikin. Yek ji welatên ku şerê navxweyî destpê kir û hîna jî dewam dike Lîbyaye. Piştî kuştina serok dewletê Lîbya Mûammer Kaddafî tu pirsgirêk çareser nebûn. 
 
Şer û pevçûnên dinavbera “Artêşa Neteweyî ya Lîbya” ku girêdayî hêzên General Haftere, Tirkiye û hêzên “Hikumeta Mûtabakata Netewî de destpêkiribûn.  
 
Di pevçûnên li paytexta Troblûs a Lîbya dewam dikin de, hêzên girêdayî Hafter hin cih ji hêzên Hikumeta Mûtabakat a Neteweyî (UNH) girtin. Lîbyaya ku yek ji rawestgahên girîng ê Bakurê Afrîkaye, piştî rejîma Kaddafî ya 42 salan dewam kir, ev 9 salin dinava  şer deye. Her çiqasê dem bi dem pevçûn rawestin jî, hem hêzên navneteweyî û hem jî hêzên herêmî polîtîkayên xwe yên leşkerî û siyasî yên li ser Lîbya bihêztir dikin. 
 
DESTÊ TIRKIYEYÊ YÊ DAIŞ’Ê
 
Operasyona hêzên General Hafter a li dijî hêzên UMH a bi alîkariya Tirkiyeyê tevdiger, li herêmê sînyala dengeyên nû da bû. 
 
Hêzên UMH ên li hemberî hêzên Hafter ketin nava tengaviyê alîkarî ji Tirkiyeyê xwest û Tirkiyê jî ji bo alîkariyê baz da. Tirkiyeyê, ji dest pê ka şer ve, rêyên çûn û hatina komên Îslamgir û radîkal diparêze. Tirkiyeyê herî dawî bi rêya behrê kêştiyên sewqî Trablûsê kirin, DAIŞ’ê ji Iraq û Sûriyeyê şandin Lîbyayê.
 
Endamê Navenda Şêwiriya Stratejik a Lîbya ya Navneteweyî ku nêzî Artêşa Neteweyî ya Lîbya tê zanîn Ebdullah Îhan Esmane, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û diyar kir ku belgeyên girîng ên Tirkiye DAIŞ’iyan dijî welatê wan, di destên wan de hene. 
 
KRIZEK MEZIN A EWLEKARIYÊ HEYE
 
Esmane, anî ziman ku li Lîbyayê di sala 2011’an de şer dest pê kir û wiha axivî: “Li welat krîzek mezin a ewlekariyê heye. Li başûr û rojhilatê welat, Artêşa Neteweyî ya Lîbya heye û hewl dide ewlekariya van herêman bi avakirinên leşkerî biparêze. Li hin cihan ewlkerî hatiye girtin. Li herêmê aramî zêde bûye. Talokeyên li ser gelê herêmî kêm jî be hatine rakirin. Lê li rojavayê welat û  bi taybetî li Trablûsê rewşke pir cuda tê jiyîn. Hêzên li wê derê nikarin herêmê bi rêve bibin û krîzên li wir heyîn nayin derbas kirin.
 
‘DIXWAZIN LÎBYA BER BI TARÎBÛNÊ VE BIBIN’
 
Esmane, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Şerê li welat ne dinavbera êl û eşîr, an û partiyan deye. Du aliyên vî şerî hene. Yek jê rêveya sîvîl û kesên dixwazin saziyên îdarî, edat û ewlekarî biguherin e. Aliyê duyemîn jî Îhvanî Muslumîn, El Kaîde, Ensar El Şerîa, Meclîsa Şûûra û gelek ferastên Selefî hene. Em hemû kom li ser mal û milkên Lîbyeyiyan çetekariyê dikin. Armanca wan a bingehîn ewe ku bibin xwedî rêveberiyek giştî ya welat. Her tim armanca dikin ku bi şer û kaosan daxwazên xwe bicih bînin. Şerê li Lîbya dewam dike, şerê pere û berjewendiyên siyasîne. Li ser navê gel tu şer nayê kirin. Tiştekê ku xizmeta gel bike tuneye. Bi şerê navxweyî, dixwazin Lîbyayê ber bi tarîbûnê ve bibin. Divê ev hewldan bê dîtin.” 
 
‘LI HERÊMÊ GELEK HÊZ HENE’ 
 
Esmane, da zanîn ku NATO’yê pergala leşkerî ya berê li Lîbya hebû rûxandiye û wiha dom kir: “Nêzî 360 baregahên leşkerî tar û mar kir. Hemû pergala ewlekariyê tune kir. Hêzên Efrîka li dijî vê yekê ketin nava helwestek cuda û alîkarî dan hêzên UMH. Lê beşdarî şerê herî dayî yê li Trablûsê rû da nebûn. Li herêmê ne tenê DYA, gelek aliyên din jî hene. Hedefa sereke ya DYA’yê, ewe ku DAIŞ’ê li Lîbyayê biqedîne. Dibêjin ku bi vê  re têdikoşin. Bêguman li kêleka wê Îtalya, Elmanya, Fransa, Îngîltere û hêzên mîna van welatan, têkiliyê wan bi rojava û rojhilatê welat re hene.”  
 
YÊN KU PIŞTGIRIYÊ DIDIN ARTÊŞA NETEWEYÎ KÎNE?
 
Esmane, di dawiya  axaftina xwe de wiha  got: “Tirkiye, Katar, Cezayîr, Tunus, Îtalya, Elmanya û Îngîltere neyînî nêzî Artêja Neteweyî ya Lîbya bûn. Li dijî vê hêzên Rûsya, DYA, Fransa, Misir, Sûudî Erebîstan û Mîrnişên Ereb ên Yekgirtî (MEY) bi awayekê erênî nêz bûn. Tirkiye armanca dike ku sûdê ji dewlemendiyê Lîbya bigire û hewl dide gelê Lîbya bike koleyê xwe. Naxwaze ku aborî û ewlekariya welat pêş bikeve. Li vê derê dest bi xebatên nifûsê jî kirin. Dixwaz, di ser Lîbya re serweriya xwe li ser Afrîka ava bike. Ev ji fikir û ramên Osmangeriyê tê. Hin kesin ji bo hêzên navneteweyî talokene hene. Ev kes ji aliyê Tirkiyê ve tên parastin. Piştgiriya lojîstîkê dide wan. Ji ber vê Tirkiye bi hemû hêza xwe, bi şerê vir re eleqedar dibe. Ji bo ku vê derê winda neke, DAIŞ’iyan dişîne. Bi kêştiyên dişîne Lîbya re, DAIŞ’iyan jî dişîne. Belgeyên wan di destên me de hene. Kesên niha weke terorîst tên dîtin, Tirkiye piştgiriyê dide wan. Di serî de Neteweyîn Yekbûyî (NY), divê hemû hêz, li dijî Tirkiyeyê helwestek zelal bigirin. Ev hêz necarin ku evê helwestê bigirin.
 
MA / Nazim Daştan