Li Dusseldorfê ji 7 hezar kesan 7 hezar metre zincîra mirovan ava dikin

  • cîhan
  • 13:04 11 Gulan 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - 7 hezar Kurdistanî û dostên kurdan ên li Dusseldorfê kom bûn, li dijî tecrîdê zincîra mirovan ava dikin. 

 
Bi hezaran Kurdistanî û dostên kurdan ên li bajarê Dusseldorf a Almanya kom bûn, bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin û piştgiriyê bidin çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de kom bûn û dest bi çalakiyê kirin. Bi hezaran welatiyên kom bûn bê navber dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Serok Apo", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" berz kirin. Girseya ku bi piranî ji dayikan pêk tê, laçikên spî dan serê xwe û dest dan desetê hev û zincîra mirovan ava dikin. Çalakger armanc dikin ku ji 7 hezar mirovan 7 hezar metre zincîra mirovan ava bikin.