Polîsan mudaxileyê çalakgerên li Rêxistina Efûyê kirin: 20 kes binçav kirin

  • cîhan
  • 10:33 27 Nîsan 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan mudaxileyê çalakvanên li avahiya Rêxistina Efûyê ya li Londonê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan dest bi çalakiyê kiribûn, kirin û 20 çalakvan binçavkirin.

 
Polîsan mudaxeleyî çalakiya bêîtihatiya sivîl a ji roja Çarşemê û vir ve li avahiya Rêxistina Efûyê ya Londonê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi grevê kiribûn, kirin. Polîsên Îngilîz 20 kesên di avahiya Rêxistina Efûyê binçav kirin. Polîsan bi muaxeleyek hişk a êrîşî çalakvanên Kurd kirin.
 
Çalakiya ji aliyê Meclîsa Jinan a Roj, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Komeleya Çanda Karkerên Koçber (Gik-Der) û Meclîsa Gelê Kurd a hevpar hatibû lidarxistin, roja Çarşemê ya komekê bi ketina avahiya Navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê ve dest pê kiribû.
 
Derbarê vê mijarê de tu encamek ji hevdîtinên bi rayedarên Rêxistina Efûyê derneketibû û pêkanînên dermirovî li ser çalakvanan dihat kirin. 
 
Rêveberên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di saet 01:00’ê şevê bang li polîsan kir û daxwaz ji polîsan kir ku mudaxeleyî çalakvanan bikin û avahiyê vala bikin. Bi dehan polîsên hatibûn avahiya Rêxistina Efûyê daxwaza ji çalakvanan kirin ku avahiyê vala bikin, li ser nepejirandina çalakvanan polîsan êrîş kirin. Polîsan çalakvan ji paşve kelepçe û binçav kirin. 
 
Çalakvanên di hundirê avahiyê de hatin binçav kirin û polîsan êrîşî çalakvanên derve jî kirin. Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ên 44 roj in di greva birçîbûnê de bûn jî polîsan êrîşî wan jî kirin. Nahîde Zengîn a rewşa wê giran bûbû û rakiribû nexweşxaneyê tedawî nepejirandibû û vegerabû navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û çalakiya xwe domandibû. Polîsan kesên destgîrkiribûn di serî de birin stasyonên Barnet û stasyonên cuda yên Londonê.
 
HELWEST ŞERMEZAR KIR
 
Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya bi daxuyaniyekê helwesta Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar kir û got: “Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li cihekî ku erka xwe bi cih bîne,  êrîşekî dij mirovahiyê birine ser çalakiya ku bêdengiya wan şermezar bike û erka wan bibîra wan bixe. 3 roj bûn Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tecrîd li ser çalakvanan dikir. Rê nedihate dayîn çalakvan destşok û tawletên hundirê avahiyê bikar bîne û çalakvanên derdiketin derveyî avahiyê rênedida bikevin avahiyê. Daxwazek hebû ku Rêxistina Efûyê bi eka xwe rabe û li ser tecrîda Ocalan daxuyaniyek bide. Rêxistina Efûyê li şûna guh bide vê, zext li çalakvanan kiriye û vê sibehê jî polîs ketine avahiyê û êrîşî çalakvanan kirine. Em Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê vê nêzîkatiya dermirovî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî şermezar dikin. Ev helwest deqeke reş li rûyê Rêxistina Efûyê dide û dide nîşandan ku ne li gel mezlûm li gel zaliman cih digire ye. Em mudaxeleya polîsên Îngilîz a ne ji ya polîsên Tirk cuda şermezar dikin. Bi êrîşkirina çalakvanên 44 roj in di greva bê dawî û bêdorveger de bêexlaqiya herî mezin e.”