Hejmara kesên li Srî Lankayê jiyana xwe ji dest dan derket 290 kesî

  • cîhan
  • 13:17 22 Nîsan 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Srî Lankayê di êrîşên bombeyî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest da derket 290 kesî, nêzî 500 kes birîndar bûn û têkildarî êrîşan 24 gumanbar hatin binçavkirin. 
 
Li Srî Lankayê duh li 3 dêr û 4 otelan êrîşên bombeyî yên terorî pêk hatibûn. Hejmara kesên di van êrîşên bombeyî de jiyana xwe dest da derket 290 kesî. Berdevkê polîsan Ruwan Gunaserkera daxuyand ku herî kêm 500 kes birîndar bûne. Li paytexta Srî Lankayê Kolombo jî jî têkildarî êrîşan 24 gumanbar ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Nasnameya van kesan nehat eşkerekirin. Di teqîanan de 3 polîsan jî jiyana xwe ji dest dabû. Heta niha kes êrîşan kesî rangertiye ser xwe.