Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Macron re hevdîtin kir

  • cîhan
  • 14:05 19 Nîsan 2019
  • |
img

NAVEND NÛÇEYAN - Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, bi Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron re hevdîtin kir.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê çû Fransa û bi Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron re hevdîtin kir. Nûnerê PYD'ê yê Fransa Xalîd Îso ji ANF'ê re axivî û hevdîtina şandeya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ya bi Serokkomar Macron re pişt rast  kir. 
 
Derbarê naveroka hevdîtinê de agahî nehatin bi dest xisin. Lê hat diyar kirin ku piştî hevdîtinê, şande dê li Parîsê civîna çapemeniyê li dar bixe.