Uca ji Konseya Ewropa pirsî: Hûn ê li hemberî binpêkirina girtîgehan tedbîrên çawa bistînin?

  • cîhan
  • 14:15 9 Nîsan 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Ewropayê Feleknas Uca, ji Komîserê Mafên mirovan a Konseya Ewropa Dunja Mijatovic pirsa: "Li Girtîgehên Tirkiye bi rêk û binpêkirina mafên mirovan zêde dibe. Hûn ê tedbîrên çawa bistînin?" Pirsî. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê û Endama Konseya Ewropayê Feleknas Uca, ji Komîserê Mafên mirovan a Konseya Ewropa Dunja Mijatovic pirsa: "Li Girtîgehên Tirkiye bi rêk û binpêkirina mafên mirovan zêde dibe. Hûn ê tedbîrên çawa bistînin?" Pirsî.  Uca,  tev li civîna meclîsa Parlamenteran a Ewropa Avrupa bû. Uca, li vir axivî û pirs ji Dunja Mijatovic pirsî. Uca, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di navde hemû girtî di bin tecrîdê de ne û wiha got: "Hûn dê li hemberî van îhlalên ku zêde dibin tedbîrên çawa bistînin. Konseya Ewropa, bi taybetî Komîteya Li Dijî Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT), bi dehan caran bal kişandiye ser binpêkirina mafên mirovan a li Girtîgeha Grava li Îmraliyê ya Tirkiyeyê. Girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê ji sala 2011'an heta niha nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Girtî ji 2015'an heta niha têkiliya wan û cîhana derve bi tevahî hatiye qutkirin. tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, her ku diçe li hemû girtîgehên din belav dibe. Li dijî vê tecrîda ku belav dibe di serî de parlamentera me Birêz Leyla Guven, 153 rojin di greva birçîbûnê dte ye. Tenê daxwazek birêz Guven heye. Ew jî rakirina tecrîdkirina Birêz Ocalan e. Dixwaze tecrîdkirina Birêz Ocalan û li ser hemû girtiyan bi dawî bibe."  
 
'HÛN Ê TEDBÎRÊN ÇAWA BISTÎNIN'
 
Uca, anî ziman ku niha li hemû girtîgehan 7 hezar girtî di grevê de ne û wiha berdewam kier: ""Endamê vê Konseyê û parlementer Birêz Tayip Temel jî di grevê de ye. Wekî daxwazên xwe anîn ziman dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ev daxwaz û daxwaza Konseya Ewropa hev temam dikin. Di vê rewşê de Wekî Komîsyona Mafên mirovan hûn dê hemberî binpêkirina mafan a li Girtîgehên Tirkiye ku bi rêk û pêk tên kirin çi tedbîrê bistînin? Hûn difikirin tedbîrek çawa bistînin?" 
 
Endamê Komîsyona Mafên Mirovan Dunja Mijatovic jî pirs bersbivand û wiha got: “Ez bi berdana Leyla Guven kefxweş bûm. Lê bê guman ev ne bes e. Weki Komîserê Mafên Mirovan a Ewropa dîtima min a çalakiya greva birçîbûnê ya li welatê min min kêfxweş nake. Sala par di çotmehê de min Tirkiye ziyaret kir. Ez plan dikim ku di demek herî kin de dîsa biçim Tirkiye ziyaret bikim. Divê Tirkiye hemû binpêkirinên mafên mirovan bi dawî bike. Di demek nêzîk de em ziyaretek din ji bo Tirkiye plan dikin. Di rojeva me de wê şertên girtîgehan jî hebe. Konseya Ewropa ji bo pirsgirêkan di çarçoveya mafên mirovan de çareser bike wê têbikoşe."