NY: Zedetirî 113 milyon mirov birçî ne, li Sûriyê rewş xeter e

  • cîhan
  • 15:36 2 Nîsan 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku zêdetirî 113 milyon kes li 53 welatan ji ber şer zor û zahmetiya "birçîbûna tund" dijîn. Sûriye kete rêza 8’emîn a lîsteya welatên ku bi rêjeya ji sedî 20 bi birçîbûnê rû bi rû ne.
 
Neteweyên Yekbûyî (NY) îro ragihand ku zêdetirî 113 milyon mirov li 53 welatan ji ber şerê heyî zor û zahmetiya "birçîbûna tund" dijîn. NY, destnîşan kir ku parzemîna herî zêde zirarê dibîne, Afrîka ye. Li gorî Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) di rapora xwe de der barê aloziyê xwarinê sala 2019’an de bi bîr xistiye ku Yemen, Afganistan, Sûriye û Kongoya Demokratîk di rêza 8’emîn de ne ku rû bi rûyî xetereya birçîbûnê ya cîhanê ne. Gerînendeyê Beşa Awarte ya rêxistinê Dominique Bourguignon ji AFP’ê re raber kir ku welatên Afrîkayê bi awayekî zêde zirar dîtiye. Nêzî 72 milyon mirov rastî birçîbûna tund hatine. Di raporê de hate bibîrxistin ku alozî û nebûna ewlehiyê sedemên sereke yên krîzê ne. Ji wê jî zêdetir nakokiyên aborî û ji rewşên awarte yên hewayê ku dibe sedema zihabûn û lehiyan jî. Dominique Bourguignon diyar kir ku welatên bi birçîbûnê re rû bi rû ne, şêniyên wan ji sedî 80 debara xwe bi çandiniyê dikin. Her wiha pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî yên xwarinê yên lezgîn hene û geşkirina çandiniyê jî heye. Di roporê de hate gotin ku fişarên li ser dewletên ku penaber pêşwazî kirine jî yek ji sedemên krîzê ye. Wekî dewletên cîranên Sûriyê, Bengladeş ku zêdetirî milyonekê koçber pêşwazî kirine.
 
ÎSAL PENABERÎ WÊ ZÊDE BE 
 
Rêxistinê da zanîn ku texmîn dike îsal penaberî dê zêde bibe, heke aloziyên siyasî û aborî li Venezeulayê berdewam bikin. Li ser asta cîhanî jî di raporê de hate bibîrxistin  ku rewşa îsal ji ya sala borî siviktir bûye. Her wiha di sala 2017’an de êşa birçîbûnê ya 124 milyon mirovan hate qeydkirin. FAO’yê da zanîn ku sedema vê sivikbûna êşa birçîbûnê ji ber li Dewletên Amerîkaya Başûr û herêma Asya li gorî salên borî felaketên hewayî kêm bûn. Lê aliyekî din jî rêxistinê hişyar kir ku dibe ku îsal zêdetirî 100 milyon kes azarên birçîbûnê bibînin ji ber sedema berdewamkirina aloziyan. Afganistan, Iraq û Sûriye sala 2018’an rastî pêla zihabûna tund hatin ku bandoreke mezin li hilberîna çandiniyê kir.