Serokê Zelandaya Nû: Têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê dê bidomînin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Christchurch ê Zelandeya Nû, di dema nimêja Înê de, li dijî 2 mizgeftan êrîşa çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 20 kes jî birîndar bûn. Serokê Zelandeya Nû Jacînda Ardern, darbarê bûyerê de daxuyanî da û got: "Têkoşîna me ya li dijî nîjadperestiyê dê bidomînin."

Li bajarê Christchurch ê Zelandeya Nû, di dema nimêja Înê de, li dijî 2 mizgeftan êrîşa çekdarî pêk hat. Serokê Zelandeya Nû Jacînda Ardern derbarê bûyerê de daxuyanî da û ragihand ku di êrîşî de 40 kesan jiyana xwe ji dest daye, 20 jê giran 48 kes birîndar bûne. 
 
4 KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Ardern, diyar kir ku piştî bûyerê 4 kes  hatin binçavkirin û wiha got: "Di êrîşê de 40 kesan jiyana xwe ji dest da. 20 kes jê girina 48 kes birîndar bûne. 10 kes li mizgeftekê û 30 jî li mizgefta din hatin kuştin. Bîrdoziyên ev êrîş pêk anîn, em bi awayek pir hişk bi lanet dikn. Li dijî êrîşên nijadperest ên li vê derê, emê bi  her awayî têbikoşin. Emê têkoşîna xwe ya li dijî nijadperestiyê berdewam bikin."
 
Hat diyarkirin ku di dema êrîşê de li herdu mizgeftan nêzî 200 kesan hebûne.  Hat destnîşan kirin ku êrîşkar kesê bi navê Brenton Tarrant ku bi eslê xwe ji malbatek Îskoçiye û li Avusturalyayê hatiye dinê. 
Hat diyarkirin ku êrîşkar, kêliyên êrîşê bi kamerayê qeyd kiriye û di hesabê xwe yê medya civakî de bi awayekê zindî parve kiriye.