Li Portekîzê li dijî tundiya li jinê şîna neteweyî hat ragihandin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Portekîzê, li dijî tundiya navmalê ya li dijî jinê, ala heta nîvî hatin daxistin û li Desteya Wezîran deqeyek rêz hate girtin.
 
Li Portekîzê, ji bo jinên bûne qurbanê tundiya di dema zewacê de, şîna neteweyî hate ragihandin. Di vê çarçoveyê de alayên li ber avahiyên fermî heta nîvî hatin daxistin. Serokwezîr Antonio Costa, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û got: "Divê tundî bi dawî bibe. Ev yek ji bo civakê, ji bo her yekî ji me gefeke hevbeş nîşan dide. Bi liv û tevgerê mirov dikarin qurbaniyan bi bîr bînin."
 
Hikumeta sosyalîst, beriya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê civîna xwe ya heftane nîvco hişt û deqeyek rêz girt.
 
Li gorî Saziya Çavdêriyê ya jinên hatin kuştin (UMAR) li Portekîzê sala 2018'an 2 jin ji aliyê hevser an jî hevserên xwe yên berê hatin kuştin. Li gorî daneyên komeleya ku bang li jinan dike ku reş girêbidin, di navbera salên 2004-2018'an bi giştî 503 jin hatin kuştin.
 
Li gorî medya Portekîzê, ji destpêka salê ve 12 jin hatine kuştin.