Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xist: 2 pilotan jiyana xwe ji dest dan

  • cîhan
  • 11:03 27 Sibat 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a PTI’yê, Polîstanê li nêzî gundê Garend Kalaan ê li herêma Budgam a Cammu Keşmîrê, balafireke şer a aîdê artêşa Hindistanê xist. Di bûyerê de 2 pîlotan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a PTI, Pakîstanê daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên wan 2 balafirên şer ên Hindistanê xistine. Artêşa Pakîstanê destnîşan kir ku naxwazin ku rageşiya di navbera wan û Hindistanê kûr bibe lê li hemberî êrîşan jî amade ne. PTI'ê diyar kir ku li nêzî Gundê Garend Kalaan Pakîstanê balafira şer a Hîndîstanê xistiye û 2 pilot û yek sivîl bi giştî 3 kesan jiyana xwe ji dest dane.