Gutteres: Newekhevî û bêdaletî pevçûnên civakî xwedî dike

  • cîhan
  • 12:27 25 Sibat 2019
  • |
img
CENEVRE - Sekreterê Giştî yê NY Antonio Gutteres diyar kir ku kulmek mirov xwediyê nîvê dewlemendiya dinyayê ne û got: "Qewimînên cudakariyê, bêwekhevî, bêedaletî, sosyal aborî û mafên çandî yên tên binpêkirin ji aloziya civakî û pevçûnên îroyîn re dibe sedema bingehîn û pêk tîne." 
 
Rûniştînên 40'emîn ên Mafên Mirova yên Konseya Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Cenevre yê Swîsre dest pê kir. Dê ev rûniştin heta 22'ê adarê berdewam bikin. Dê pirsgirêkên mafên mirovan ên li çar aliyên cîhanê di van rûniştina de bên nîqaşkirin. Rayedarên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên dewletên endam dê beşdarî van rûniştinan bibin. 
 
‘NEWEKHEVÎ Û BÊEDALETIYA LI CÎHANÊ DIBE SEDEMÊ ALOZIYAN' 
 
Di vekirina vê kombûnê de Sekreterê Giştî yê NY António Guterres axaftinek kir. Gutteres bi bal kişandina ser feqîriya ku li dinyayê pêk tê  dest bi axaftina xwe kir û got newekheviya civakî û aborî ya di navbera welatan de û hundirê welatan her ku diçe zêde dibe. Gutteres diyar kir ku kulmek mirov xwediyê nîvê dewlemendiya dinyayê ne û got: "Ev newekheviya aborî û civakî bi awayek sotemenî berbelav dibe. Zêdebûna vê yekê di nava civakê de dibe sedema nexweşiyek mezin û bertekan. Di salên dawî de zêdebûna pevçûna civakî û aloziyan jî encama vê yekê ye." 
 
Gutteres da zanîn ku binpêkirina mafên çandî, aborî û civakî û her wiha zêdebûna newekheviyê û cudakariyê dibe bingeha van aloziyan û pevçûnên civakî û rayedarên cîhanê dê bi ser vê yekê re qevaz nedin. 
 
Gutteres destnîşan kir ku di nava 3 salên dawî de bi ser hezarî re parêzvanên mafên mirovan û rojnameger jiyana xwe ji dest dan û di sala 2018'an de her hefte piraniya wan ji ji mafên herêmî gelek parêzvanên mafên mirovan hatin kuştin. Gutteres di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna nijadperestiyê û li cîhanê her ku diçe dijberiya Misilman û Yahudiyan zêde dibe.
 
‘DIVÊ DEWLET BERPIRS TEVBIGERIN' 
 
Gutteres anî ziman ku Konseya Mafên Mirovan di vê serdemê de gerbûna kûrewî û guhertina avhewayê girtiye rojeva xwe û di vê mijarê de divê dewlet bêtir berpirs tevbigerin û lazim e guh bidin vê mijara hestiyariya civakî. 
 
Pişt re Komîserê Bilind ê Mafên Mirova yê NY Michelle Bachelet jî diyar kir ku pevçûn û şerên li gelek deverên cîhanê diqewimin di warê mirovî û aborî de maliyeta wê gelek berfireh dibe û dibe sedemê xesarên mayînde. Bachelet got ev yek di heman demê de ji bo meseleya cudakariyê jî derbasdar e. Bachelet da zanîn ku aboriyek bêtirîn xurt ancak bi edaletek civakî mimkin pêk bê û ev yek di heman demê de wê ewlehiya civakê jî pêk bîne. 
 
Bachelet anî ziman ku tu welat nexwedî sicîlek pak a mafên mirovan e û li gelek welatan li ber çavê rayedaran mafên jinan, kêmnetew û mafên herêmî ku mafên sereke ên bingehînin ji holê hatine rakirin û pratîkek wisa tê nîşandan. 
 
DÊ ŞERÊ SÛRIYEYÊ Û YEMENÊ BÊ NÎQAŞKIRIN 
 
Gotûbêjên dê heta 22'ê Adarê dewam bike di serî de tabloyên şerên li Sûriye û Yemenê derketin holê û qewimîna binpêkirinên mafên mirovan ên li gelek deverên cîhanê yên cuda bên nîqaşkirin. 
 
MA / Ruştu Demîrkaya