Lavrov: Me û Tirkiyeyê li ser Kurdên li Sûriyeyê li hev nekiriye

  • cîhan
  • 13:43 24 Sibat 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir tu peyman û lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê yên der barê Kurdên li Sûriyeyê nîne û destnîşan kir ku operasyonek leşkerî ya hevbeş a Îran, Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê jî rû tuneye. 
 
Têkildarî mijara rewşa Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê Lavrov wiha got: "Tu nêrînên hevpar di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku Kurd  terorîst in, tune ye. Giştî herêmên Sûriyê di agirbestê de ne, lê tenê Idlib bi pirsgirêk e û pêwîst e opozîsyonên çekdar û terorîst ji hev bên veqetandin."
 
Lavrov teqez kir ku tu operasyoneke leşkerî ya hevbeş a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ya li ser axa Sûriyeyê tune ye.