Xelata Mafên Mirovan a Martin Ennals dan aktivîstê sûdanî Muhamat

  • cîhan
  • 19:28 13 Sibat 2019
  • |
img
CENEVRE - Xelata Martin Ennals, dan aktivîstê sûdanî Abdul Azîz Muhamat. Ji bo xelatê sê kes mabûn fînalê. Yek ji van kesan jî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn bû. 
 
Xelata Martîn Annels ku ji aliyê 10 rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê tê lidarxistin, îsal dan aktivîstê sûdanî Abdul Azîz Muhamat. 
 
Endamê Desteya Rêveberiya Weqfa Martîn Ennals, di civîna li Komeleya Rojnamevanan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de, aktivîstê sûdanî Abdul Azîz Muhamet layiqî xelatê hatiye dîtin. Muhamat, li Girava Manûs a Papûa Gineya Nû tê girtin û li vir hem di warê penaberan hem jî di warê mafên mirovan de têdikoşe. 
 
Ji bo Xelata Martîn Ennal, sê kes mabûn fînalê; yek ji pêşengên Afro-Kolombiyayî Marîno Cordoba Berrîo, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û aktivîstê sûdanî Abdul Azîz Muhamat. 
 
Wê xelat îşev saet di 18:00'an de li Salle Communale de Plainpalais a Cenevreya Swîsreyê bê dayîn. Wê Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a NY'yê Michelle Bachelet xelata fînalê bide. Wê herdu fînalîst jî tev li merasîma xelatê bibin. Lê belê ji ber qedexeya derketina derveyî welat a Eren Keskînê heye, wê nikaribe daxilî merasîmê bibe.