Mîke Pence: Em ê ji bo destkeftiyên xwe li herêmê bimînin

  • cîhan
  • 21:59 16 Çile 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Serokê DYA'yê Mîke Pence, der barê vekişîna leşkerên DYA'yê ya ji Sûriyeyê de got: "Em leşkerên xwe dişînin malê. DAIŞ hat têkşikandin, lê ji bo parastona destkeftiyên xwe em ê li herêmê bimînin." 
 
Cîgirê Serokê DYA'yê Mîke Pence, li Wezareta Karên Derve ya DYA'yê der barê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de daxuyanî da. 
 
Pence got: "Em leşkerên xwe dişînin malê. DAIŞ têk çû. Lê belê ji bo DAIŞ'ê wî ruyê xwe yê kirêt careke din nîşan nede û ji bo em ji vê amin in bin, em ê li herêmê bimînin û bitêkoşin. Em ê destkeftiyên leşkerên xwe û hevkarên xwe yên koalîsyonê biparêzin."