Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne

img
 ENQERE – Alîgirê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Faysal Mîkdat got: “Bêyî diyaloga bi komên kurdan re tu alternatîf nîne.” 
 
Piştî biryara vekişînê ya DYA’yê ya ji Sûriyeyê, Rêveberiya Şamê der barê siberoja kurdan de cara ewil daxuyanî da. Alîgirê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Faysal Mîkdat got: ““Bêyî diyaloga bi komên kurdan re tu alternatîf nîne. Hikumeta Sûriyeyê, mudaxeleya Tirkiyê daye ber çavê xwe û ji nû ve bi komên Kurdan re ketiye temasê. Em bi bawerin dê hêzên biyanî terka welêt bikin.”