Li Filîpînan 85 kesan jiyana xwe ji dest dan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Filîpînan erd şemidî û şape rabû. Di encamê de 85 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Rayedarên Fîlîpînê daxuyanî dan û diyar kirin ku ax şemitiye û 85 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyê di nav kesên jiyana xwe ji dest dane zarok jî hene. Tê gotin piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dan piştî ax şemitî, xanî hilweşiyan û di bin xaniyan de man. Di bobelatê de 85 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî winda ne. Piştî baraneke xurt a li navenda Filîpînan û eyaletan ev bobelat çêbû. Hate gotin, li herêmê li rojhilatê Bîcol û Vsayasê erd şeqitî ye. Li Filîpînan her sal bi giştî 20 bagerên tropîkal radibin.