46 kes li Afganistanê hatin kuştin

  • cîhan
  • 14:01 25 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Afganistanê Kabûlê li dijî avahiya hikûmetê êrîş pêk hat. Di êrîşê de 46 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûn. 
 
Li paytexta Afganistan Kabûlê komek êrîşkar li dijî avahiya wezareta avdaniyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîş pêk anî. Piştre êrîşkdar ketin avahiya wezareta ewlekariya civakî û bi çekan êrîş kirin. Êrîşkar piştre jî ketin avahiyê û gelek xebatkar kuştin. Li gorî agahiyan herî kêm 46 kesan jiyana xwe ji dest da. Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê yê Afganistanê Vahid Macro, der barê bûyerê de agahi dan û diyar kir ku li dijî avahiya hikûmetê ya li Kabûlê êrîşeke xwekujiyê pêk hatiye û piştre jî kesên ku avahî dorpêç kirine êrîşa çekdarî pêk anîne. Macro, anî ziman ku di êrîşê de 43 kesan jiyana xwe ji dest daye. Berdevkê Wezîrê Karên Hundir ê Afganistanê Najib Danish jî destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê ji bo bêbandorkirina êrîşkaran, ketine avahiyê. Danish, da zanîn ku di êrîşê de hinek kesan karîne xwe veşêrin û 357 xebatkar jî ji hêla polîsan ve ji avahiyê hatine derxistin û wiha got: "Di operasyonê de 3 êrîşkar hatine kuştin."