Tsûnamî li Endonezya rabû: 168 kes mirin 700 kes birîndar bûn

  • cîhan
  • 11:03 23 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Buhuroka Sunda ya Endonezyayê tsunamî rabû. Di bûyerê de 168 kesan jiyana xwe ji dest dan û 700 kes jî birîndar bûn. Hat diyar kirin ku nêzî 30 kes jî winda ne. 
 
Li Buhuroka Sunda ya Endonezya tsunamî rabû. Di bûyera tsûnamiyê de 168 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 700 kes jî birîndar bûn. Berdevkê Ajansa Rêveberiya Afetên Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho, diyar kir ku di Buhuroka Sunda ya navbera Gravên Sumatra û Cava de tsunamî rabûye û di bûyerê de 168 welatiyan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 30 kes jî winda ne. Nugroho, anî ziman ku li herêma Pandenglang herî zêde Banten ji bûyerê bi bandor bûye. Nugroho anî ziman ku 430 mal û 9 otel ji tsunamî bi bandor bûne û 10 keştiyan jî zerar dîtine.