Piştî biryara Sûriyeyê Wezîrê Parastina DYA îstîfa kir

  • cîhan
  • 10:40 21 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Jîm Mattîs diyar kir ku wî û Serokê Emerîkayê Donald Trûmp li hev nekirin û ji ber vê yekê ew îstîfa dike.
 
Wezîrê Parastina DYA'yê Jîm Mattîs, daxuya kirin ku dê di dawiya meha Sibatê de dest ji peywira xwe berde. Mattîs, piştî nûçeyên biryara Serokê DYA'yê Doland Trûmp a vekişandina Sûriyeyê û kêmkirina leşkerên xwe yên li Afganîstanê ev biryar da. 
 
Li gorî nûçeya VOA de cih girt, Wezîrê Parastinê Mattîz nameyek dirêj a îstîfayê ji Trûmp re şend û di nameya xwe de ev tişt gotin: "Hûn xwedî wî mafîne ku bi wezîrekê parastinê yê nêzî nêrîna we ye re bixeibtin. Ez di wê baweriyê de me ku dev ji vî karî berdim." Jîm Mattîs nameya ji Serokê DYE'yê Donald Trûmp re nivîsand, ji aliyê Pentagonê ve jî hat weşandin.
 
Îstifaya Mattîs piştî biryara Serokê DYA'yê Donald Trûmp a vekişîna ji Sûriyeyê pêk hat. Wezîrê Parastinê Mattîs li dijî vekişîna ji Sûriyeyê bû. Rayedarekî payebilind ê Qesra Spî ji Reutersê re ragihand ku Trûmp û Mattîs roja Pêncşemê li hev rûniştine û li ser hin mijaran li hev nekirin e.
 
Beriya ku Mattîs îstifaya xwe eşkere bike, Trûmp bi rêya Twîtterê ragihandibû ku wê Mattîs dawiya meha Sibatê dest ji wezîfeya xwe berdide û wê wezîrekî nû li şûna wî tayîn bike.
 
Mattîs sala 2016'an ji bo Pentagonê hatibû wezîfedarkirin. Sala 1991'ê di dema Şerê Kendavê de fermandarê tabûrekê bû. Sala 2001'ê li Afganîstanê fermandarê hêzên taybet bû. Sala 2003'an di dema dagirkirina Iraqê de bi rola diyarker rabû û di şerê Fellûceyê de fermandarê leşkerên peya yên deryayê bû.
 
Mattîs ku sala 2013'an wezîfeya Fermandariya Hêzên Navendî ya DYE'yê (CENTCOM) bi cih anî, polîtîkayên Serokê wê demê Barack Obama yên li ser Rojhilata Navîn li pêşiya raya giştî bi rengekî vekirî rexne kiribû. Rexneyên herî giran ên Mattîs li ser Îranê bû. Mattîs, Îran weke metirsiya herî mayinde ya li Rojhilata Navîn bi nav dikir.