Li Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya

  • cîhan
  • 11:46 6 Kanûn 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Çabahar ê Îranê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Tê gotin 3 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûne.
 
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand li nêzî navendeke polîsan a bajarê Çabaharê ya Îranê wesayiteke bombebarkirî hatiye teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 3 kes jiyanê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûne.
 
Bajarê Çabaharê li Eyaleta Sîstan-Belûcîstanê ye.