NY: Rojê 137 jin tên qetilkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hişbir û Sûc a Neteweyên Yekbûyî (NY), di rapora xwe de diyar kirin ku rojê 137 jin bi destê hevjînên xwe yan jî bi destê xizmên xwe tên qetilkirin. 
 
Li gorî nûçeya BBC’yê di rapora Buroya Hişbir û Sûc a Neteweyên Yekbûyî (UNODC) de hat diyarkirin ku  87 hezar jin di sala 2017’an de bi destê xizmên xwe hatine qetilkirin.
 
Ji vê hejmarê nêzî 30 hezar jin bi destê hevseran hatine qetilkirin û 20 hezar jî bi destê xizmên wan in. Li gorî raporê, jin herî zêde li mal hatine qetilkirin.