Zîrveya çaralî dê sibê li Stenbolê pêk bê

  • cîhan
  • 11:51 26 Cotmeh 2018
  • |
img

STENBOL - Zîrveya çaralî ya ku Tirkiye malovaniya wê bike û mijara wê Sûriye be, dê sibê bi tevlêbûna Almanya, Fransa û Rusya li Stenbolê pêk bê. 

 
Zîrveya ku Tirkiye, Rûsya, Firansa û Almanya beşdar bibin û li ser geşedanên li Sûriye pêk tê niqaş bikin dê sibê li Stenbolê pêk bê. Di zîrveyê de dê geşedanên li Sûriye pêş dikevin bên niqaşkirin û piştî Mutabakata Soçî geşedanên li Idlib, encamên civînên Astana û Cenevre dê bên niqaşkirin. Piştî civîna 4 welat beşdağr bibin dê encamnameya civînê bi encamnameyekê bi raya giştî re bê parvekirin. Seroka Almanya Angela Merkel, Serokomarê Firansayê Emmanuel Macron, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê taybet ê li Sûriye  Staffan de Mistura jî dê tev li zîrveya li Stenbolê bibe.