RSF: Di 2018'an de 56 rojnameger hatin kuştin

  • cîhan
  • 09:34 12 Cotmeh 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) daxuyanî da û diyar kir ku di 9 mehên 2018'an de li cîhanê 56 rojnameger hatine kuştin. 
 
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), diyar kirin ku 9 mehên 2018'an de 56 rojnameger hatine kuştin. RSF'e da zanîn ku sala par 55 rojnameger hatibûn kuştin. Li gorî vê li li Efganîtanê 13, li Yemenê 5 rojnameger hatine kuştin. Welatên din ên ku rojnameger pir lê hatine kuştin Pakîsta, Filîstîn û Sûriyê ye. Li Sûriyê par 9 rojnameger li ser kar hatin kuştin. Îsal bi tevahî 29 rojnameger li qadên şer li ser karê xwe hatin kuştin. RSF'ê bang li civaka navnetewî kir ku bi lezgînî tevdîran bigirin. Bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku bi asta Sekreteriya Giştî nûnerekî taybet were diyarkirin.