Li Kolnê bi deh hezaran dibêjin 'Tu bi xêr nehat Erdogan'

  • cîhan
  • 13:38 29 Îlon 2018
  • |
img

KOLN - Li Kolnê bi deh hezaran welatiyên muxalif bi dirûşmeya "Tu bi xêr nehat Erdogan" mîtîng pêk anîn. Bi deh hezaran hatina Erdogan a Almanya şermezar dikin.

 
Li Bajarê Kolnê yê Almanya bi deh hezaran welatiyên Kurdistanî, çepgir û sosyalîst ên Tirkiye bi dirûşmeya "Tu bi xêr nehat Erdogan" di mîtîngê de kom bûn. Deh hezar hatina Erdogan şermezar dikin. Bi deh  hezaran kesên li Kolnê kom bûn, bi pankartên zimanê cuda ku li ser "tu bi xêr nehat Erodgan" û helwesta Erdogan şermezar dikin vekirin û helwesta xwe ya li dijî Erdogan tînin ziman. Mîtîng bi axaftinan didome. 
 
LI ALIYÊ DIN WAHNÊ DERIYÊ XWE LI ERDOGA GIRT
 
Erdogan ê li Elmanyayê ye, vê sibehê taştiya xwe li gel Serokwezîr Angela Merkel xwar û civiyan. Erdogan îro piştî hevdîtina li gel Merkel wê ber bi Kolnê bikeve rê. Li bendê bu ku Erdogan li Kolnê li qeesra Wahn li gel Serokwezîrê Eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) bicive. Li ser vê xwediyê qesrê ragihand ku Erdogan naxwazin. Li ser zextên rêveberiya NRW’ê malbatê serî li dadgeha îdarî ya Kolnê dan. Dadgehê daxwaza malbata a ku ‘Em naxwazin mêhvandariya b i armancên siyasî bike’ bi maf dît. Li ser vê piştî ku Erdogan ji balafirgeha Bonn/Kolnê peya bû li mêhvanxaneya girêdayî Wezareta Parastinê ya li nava balafirgehê li gel Serokwezîrê eyaleta NRW’ê Laschet li hev civiya.