Li Ganayê Lehî rabû: 34 kes mirin

NAVENDANÛÇEYAN - Li Ganayê, ava Bendava Bagrê ya li Bûrkîna Fasoyê rabû. Di lehiyê de herî kêm 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Bi baranên demsalê re li gelek welatên Afrîkayê lehî radibin û dibin sedema mirina bi sedan welatiyan. Li gorî agahiyan, li yek ji welatên rojavayê Afrîkayê Ganayê ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber barana zêde, ava Bendava Bagrê ya li Bûrkîna Faso ku dikeve ser sînorê bakurê Ganayê rabû. Bi rabûna lehiyê re bi dehhezaran welatî ji herêmê reviyan û koçberî cihên cuda bûn. Rêxistina Rewşa Afetê ya Neteweyî ya Ganayê têkildarî bûyerê daxuyanî da û ragihand ku di encama lehiyê de herî kêm 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 2 welatî jî winda ne.