NY'ê Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cenevreyê

  • cîhan
  • 14:10 24 Tebax 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mîstûra Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende hevditinên li Cenevreyê ku di 11 û 12’ê Îlonê de pêk bê. 
 
 
Li gorî daxuyaniya  berdevkê Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan De Mîstûra da, nûnerê taybet ê Sûriyê yê NY’yê bang li sê welatan kiriye ku ji bo destûreke nû ya Sûriyê were danîn, ji bo avakirina komîsyoneke peywirdar gotûbêj bikin. Rejîma Sûriyê bi Rûsya, Îran û Tirkiyê re destpêka sala 2017’an hevlayenî hevdîtinên Cinêvê pêvajoya Astana dabûne destpêkirin. Ji hêla çareseriya siyasî ve ne li Cenevre û ne li Astanayê heta niha tu encameke serkeftî derneketiye. Hevdîtinên ku li Cenevreyê tê plankirin, di dema ku DAÎŞ’ê hemû deverên ku dagir kiribûn ji dest winda kiriye pek tê. Rejîma Sûriyê jî vê navbeynê haziriyên operasyonê li ser herêma Idlibê dike, ku Idlib di dest wan koman de ye û desteka xwe ji Tirkiyê digirin.