Rejîma Sûriyeyê li Idlibê belavok belav kir: Teslîm bibin

  • cîhan
  • 11:46 10 Tebax 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Sûriyeyê amadekariyên operasyona li dijî Idlibê didomîne. Rejîmê li Idlibê ya ku bin kontrola komên girêdayî Tirkiyeyê de ji hewa ve belavok belav kirin û banga “teslîm bibin’ li sivîlan kir. 

Rejîma Sûriyeyê ji bo operasyonek li dijî Idlibê amadekariyên xwe dewam dike. Idlib di bin kontrola komên girêdayî Tirkiyeyê de ye. Rejîma Sûriyeyê jî dixwaze kontrola Idlibê bistîne. Rejîmê duh êvarê ji hewayê belavok belav kir. Tê texmînkirin ku nifûsa Idlibê ji milyonekê zêdetir e. Di belavokê de ji sivîlan hat xwestin xwe ji komên çekdar veqetînin û teslîm bibin. 
 
Di belavokên bi helîkoptêran ji hewayê belavok hatin belavkirin wiha hat gotin: “Di şer de ber bi dawiyê ve tê. Em bang li we dikin ku hûn jî wek Sûriyeyan beşdarî hevpeymana herêmî bibin. Wê hevkariya we ya li gel artêşa Sûriyeyê ji militan û rêveberiya terorîst rizgar bike. Dê we û malbatên we biparêz e.”