Rejîma Îranê li Serbazê avêt ser gundekî

Parve bike:
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundekî Belûcan ku rejîma Îranê bi ser de girt, gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Çendî bi agirbesta hat ragihandin re ji bo demelê êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê sekinîbin jî, rejîma Îranê zextên xwe yên li ser welatiyan didomîne. Li Îranê li gel îdamê girtina welatiyan jî her diçe zêde dibe. Hêzên çekdar ên rejîma Îranê avêtin ser gundê Abçegî yê bajarê Serbaz ê eyaleta Sistan û Belûcistanê. 
 
Di bûyerê de ku platforma bi navê Kurdistan Jiyanê ragihand, li gor şahidan bi operasyoneke mezin bi ser gund de hatiye girtin. Platforêê ragihand ku hêzên rejîmê mirovekî oldar ê Belûc û paşê gelek şêniyên gund ên navên wan nehatin hînkirin binçab kirine. 
 
Her wiha platformê diyar kir ku ne sedema binçavkirinan hatiye hînkirin ne jî hatiye hînkirin ku kesên binçavkirî birine ku derê.