Netenyahu fermana domandina êrişên li ser Îranê da

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû got ku bi Wezareta Parastinê ya Îranê, Serfermandarê Giştî û Serokê Mosadê re civiya ye û fermana domandina êrişên li dijî Îranê daye.

 
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek bi dîmen belav kir û ragihand ku bi Wezareta Parastinê ya Îranê, Serfermandarê Giştî û Serokê Mosadê re civiya ye.
 
Netenyahû destnîşan kir ku di civînê de fermana domandina êrişan ya li ser Îranê daye û got: “Me duh zalim Xamineyî ji holê rakir. Bi wî re bi dehan kesên asta jor ya rejîmê jî bê bandor kirine. Niha hêzên me berê xwe dane dilê Tehranê û bi xurtî li wan dide. Wê rojên pêşiya me ev yek xurti bibe.”