Trump: Lihevnekirina bi Îranê re dê ji bo Îranê travmatîk be

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump têkildarî hevdîtinên bi Îranê re axivî û got: “Dibe ku di meha pêş de lihevkirin çêbibe. Lihevnekirina bi Îranê re dê ji bo Îranê travmatîk be.” 

 
Serokê DYA’yê Donald Trump, li Qesra Spî daxuyanî da û têkildarî muzakereyên bi Îranê re axivî. Trump, diyar kir ku ew dixwazin bi Îranê re lihev bikin û dê rewşa nû ya têkildarî mijarê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu re binirxînin. Trump, anî ziman ku dixwaze bibîne ka pêvajo ber bi ku ve diçe û got: “Divê em bi Îranê re peymanekê bikin. Nexwe dê ev ji bo wan pir travmatîk be. Naxwazim ev bibe û divê em bi wan re peymanekê bikin.” 
 
Trump, got ku dibe ku pêvajoya bi Îranê re heta meha pêş bidome û biryar girêdayî wî ye.