NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku li Îranê li gelek zarokên tev li xwepêşandanan bûne di binçavan de tundiya fîzîkî û derûnî li wan hatiye kirin.
Li ser xwepêşdanên 28’ê Kanûnê li Tehranê dest pê kir û li tevahiya welat belav bûn, 41 roj derbas bûn û binpêkirinên rejîmê yên li dijî xwepêşdandêran roj bi roj zêde dibin. Tundiya li dijî zarokên xwepêşandêr bi şahidiya gelek şahidan û bi raporan ve li ser medyayê hatin weşandin. Malbat, mamoste û parêzer diyar dikin ku ev binçavkirinên derveyî cihên binçavkirinên fermî “revandin” e. Çavkaniyên ku bi me re axivîn, diyar kirin ku sepanên wekî tundî, gef, astengkirina agahî û parêzeran û ragirtina derveyî cihên fermî pêk tên.
Dayiyekê, rave kir ku zarokekê wê yê 17 salî roja ezmûnan serê sibê li ber mala wan dîl girtine û bi zorê birine. Dayikê anî ziman ku 10 mêrên gir ku xwe wekî wezîfedar dane nasîn, cama derî şikandine zarok bi lêdanê binçav kirine û ev tişt got: “Zarokê min digiriye û diqêriye ‘dayê min xelas bike’. Li bavê wî dan. Ji min xwestin ku ez bêdeng bim, gef li min xwarin gotin ger tu bêdeng nebî em ê zarokê te yê din jî bibin. Ji min re gotin zarokê min dê bibin Girtîgeha Evînê. Tevî kum in 4 rojan serî li saziyên cuda dan, bersiva ‘ne li vir e’ dane min.”
Dayikê, anî ziman ku wê ji wezîfedarekî li Girtîgeha Evînê pirsiye ka zarokê wê li wir e an na, wezîfedar jê re gotiye “Mixabin, gelek ji me nizanin çi diqewimin.”
ZAROKÊ OTÎSTÎK BINÇAV KIRIN’
Malbatekî din, rave kirin ku zarokê wan ê 14 salî hatiye binçavkirin, ji ber vê yekê bi tirs in û muhafizên rejîmê soza “dê nêz de were berdan” dane. Malbatê diyar kir ku zarokê wan otîstîk. Hat ezanîn ku rejîmê vîdeoya îtîrafa bi darê zorê ya zarok bi wan daye temaşekirin.
DESTÛRÊ NADIN PARÊZERAN
Parêzerekî diyar kir ku wî ji bo zarok û xwedekaran re parêzeriyê bike gelek caran serlêdan kiriye lêbelê daxwaza wî nehatiye qebûlkirin. Herwiha parêzer anî ziman ku gelek zarok bi îdiayên wekî “çek hilgirtin” (kêr û hwd), “zirardayîna malê cemaweriyê” ve tên sûcdarkirin, bêyî agahdarkirina malbat û parêzer îfadeya zarokan tomar dikin.
ZAROK NE LI CIHÊN FERMÎ TÊN RAGIRTIN
Herwiha çavkaniyan destnîşan kirin ku gelek zarok bêyî ku naverokê zanibin, belgeyan bi wan didin îmzekirin û hinek ji wan beyî ku tiştekî îmzebikin wan radestî malbatên wan dikin, zarokên tên berdan rewşa wan hem bi awayekî fîzîkî hem jî derûnî xirab e.
Her çendî Wezareta Dadê ya Îranê ragihandibû ku zarokên temenên wan di navbera 16-18 salî de li Navendên Islah ên Zarok û Ciwanan tên ragirtin û piştî rewşa wan tê zelalkirin radestî malbetên wan tênkirin, lêbelê malbat û hiqûqnasan dan zanîn ku zarok li derdora Tehranê li depo û embaran tên ragirtin. Malbatekî anî ziman ku keça wan a 16 salî hatiye ragirtin û tu agahî nedane wan û berdêla milyar tumenî de hatiye berdan. Hate zanîn ku piştî berdana keça ciwan, ji ber enfeksîyonê ji ser hişê xwe çûye û niha di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin.
Hinek navên zarokên hatine binçavkirin ev in: "Borhan Sami Kia - Tehran, Parsa Hemmetî - Kirmanşan, Şervîn Bageryan Cebelî - Îsfahan, Seccad Darabî - Îsfahan, Erfan Cevadî (17) - Dehdeşt, Amîr Alî Babayî (17) - Gorgan, Muhammed Ahuranî (17) - Îranşehr, Kesra Gaderbîgî (16) - Asmanabad, Îlam, Muhammed Riza Derzade (15) - Çabahar (beriya binçavkirinê hate birîndarkirin), Azîm Muhammedî (17) - Çabahar, Resul Fethî (13) - Dehgolan, Taha Beluçî (16), kurê Seyyîd Muhammed gundê Serîmîç / Çabahar, Parsa Hemmetî (15) - Kirmanşan, Taha Rahîmî (16) - Arak, Îman Huseynî (17) - Sîrcan, Kirman, Alî Ayvazî (16) - Îze, Zehra Mehdevî (17) - Sebzevar, Ebulfazl Sakî (14) - Îlam, Parmîda Yamanî (16) - Kirman, Ebulfazl Moradî (16) - Fuladşehr, Gazal Ghalandarî (16) - Yasuc, Taha Rizayî (14) - Tebrîz, Mohsen Malî (17), Ebulfazl Aghayî (15), Hamîd Riza Husrevî (14) - Şuşter, Îmad Ghorbanî (xwendekar) - Şuşter, Benyamîn Musevî (17) - Îze, Husam Muhammedî (16) - Îze, Şayver Elborzî (16) - Îze, Sema Davudîfer (16), Taha Han Hubanî (16), Kuruş Heyrî (11) - Loristan, Hestî Kerîmî (16) - Meşhed."