Xwepêşandanên li Iraqê didomin

  • cîhan
  • 17:21 15 Tîrmeh 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên li Besra, Necef, Zukkar, Meyzan, Kerbelayê, li Hîlle ya Babil û li gelek deverên Bexdayê xwepêşandan li gel qedexeyan didomin.
 
Xwepêşandanên ku beriya bi heftiyekê li Besrayê bi mebesta şermezarkirina politikaya aborî, bêkarî û kêmbûna xizmetê dest pê kirin di demek kurt de li gelek bajarên başûr berbelav bûn. Di  xwepêşandanên duh de avahiyên partiyan û navendên hin komên Heşdî Şebî hatin şewitandin. Deriyê Sînorê Kuweytê ji bo demekê hate girtin, balefiregeh hate dagirkirin. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û nêzî 40 kes birîndar bûn. Xwepêşandanên ku li Besrayê dest pê kirin li Necef, Zukkar, Meysanê berbelav bûn. Duh ev xwepêşandan li Hille ya li sînorê Kuweytê ya Babilê jî çêbûn. Li bajarên ku xwepêşandan lê bûn, gel avahiyên Partiya Dewletê ya Şiiî ku Haydar Ebadî jî endamê vê partiyê ye û avahiyên Partiya Fazîletê hatin dagirkirin. Her wiha biryargeha koma Esayîb Ehlûlhak ku yek ji koma Heşdî Şebî ye hate şewitandin. Li Besrayê di xwepêşandanan de hin çalakger hatin kuştin û hin jê birîndar bûn. Li Mîsanê gel bi ser walîtiyê de grit. Li Necefê jî gel balefirgeh dagir kir û piştre jî midûrîyeta giştî ya balefirgehê da ber êgir. Serpêl Abdulhadî al Taî derbarê xwepêşandanan daxuyanî da û got xwepêşandêran Pira el Henûd û kola Mele Elî girtine. Al Taî diyar kir li wan deveran ku xwepêşdan lê çêdibin wan hêz şandine lê li gel vê jî xwepêşandan dom dikin û atmosfera rageş didome. Serokwezîr Haydar Ebadî ji bo ku dawî li xwepêşandana were 3 milyar dolar ji bo Besrayê terxan kir, hêzên ewlehiyê jî biryar li ser qedexekirina xwepêşandanan dan. Lê dîsa jî di serî de li hin herêmên Bexdayê, li Besra, Necef, Kerbela ,Zukkar, Mîsan û Hîlleyê xwepêşandan didomin.
 
ASTENGIYA LI PÊŞIYA ÎNTERNETÊ Û MEDYAYA SOSYAL
 
Hikûmeta Iraqê ji bo xwepêşandan geştir nebin ji şevê dî ve astengî li ber Facebook, Twîtter, Înstagram û hesabên dî yên medyaya sosyal danî. Piştre jî li tevahiya welêt înternet hate sînordarkirin. Heta vê sibehê jî vê astengiyê dom kir. Lê li gel vê jî gel bi VPN û rêbazên dî hewl da ku xwepêşandanan ji bo raya giştî ragihîne.
 
JI TIRKIYÊ, KUWEYT Û WELATÊN ROJAVAYÎ DAXUYANÎ
 
Daxuyaniya pêşî ya derbarê rûdanên li Iraqê Wezareta Karê Navxwe yê Tirk da. Wezareta Tirk xwest ku welatiyên Tirk ji deverên rûdanan dûr bikevin. Li ser vê hişyariya wezareta Tirk ya bi çarçoweya ku welatiyên Tirk ji cihên rûdanan dûr bikevin, ew fikir çêkir gelo di bûyeran de tiliya Tirkiyê heye. Piştî Tirkiyê Kuweytê jî daxuyaniyeke hevşib da û bang li welatiyên Iraqî kir ku li bara rûdanan bihistyar bin. Ji bilî Tirkiyê û Kuweytê hin welatên rojavayî jî bang li welatiyan kirin ku bihistyar bin.