Li Nîjerya şer: Bi dehan cotkar hatin kuştin

  • cîhan
  • 10:09 14 Tîrmeh 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇAYAN - Li deverên bejahî yên Nîjeryayê di rojên dawî ji ber şerê derket bi dehan cotkar hatin kuştin. 
 
Li deverên bejahî yên Nîjeryayê, di 5’ê Tîrmehê de şer dinavbera gelê Peulê yê rojhilatê bakurê welat ku debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin û Gelê Yandangê yê debara xwe bi cotkariyê dikin de rû da. 
 
Li gorî agahiyên herêmî polîsên Nîjerya, di şerê eyaleta Tarabayî de bi kêmanî 17 kes kuştin û gelek kes jî birîndar kirin. Hat diyar kirin ku di şerê ji 5’ê Tîrmehê hat destpêkirin ve herî kêm 70 kes hatin kuştin. Rayedarên polîsan jî, diyar kir ku gelek gund hatin şewitandin û ji ber şerê heyî gelek polîs sewqî herêmê hatin kirin û gelê herêmê mal û milkê xwe terk dikin.  
 
Li gorî rayedarekî herêmê, ji gelê Peulê bi kêmanî 23 xwedîkerên ajalan hatin kuştin, ji Yandangên cotkar jî 50 kes hatin kuştin. Li eyaleta Adamawa jî di navbeyna gelê Peulê û Bachamaan de roja Duşemê şer derketibû û bi kêmanî 6 kes hatibûn kuştin.