Encama danezanê ya Civîna Bilind a NATO'yê hat daxuyandin

  • cîhan
  • 20:53 11 Tîrmeh 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Danezana encamê ya Civîna Bilind a NATO'yê hat daxuyandin. Di raporê de hat diyarkirin ku di demên dawî de Rûsyayê îstikrara fealiyetên xwe û pêbaweriya wan kêm kiriye. Di raporê de têkildarî Tirkiye û Îranî de jî peyamên girîng cih girtin. 
 
Danezana encamê ya Civîna Bilind a NATO'yê ku li Brûkselê bi beşdarbûyîna 29 welatan hat lidarxistin hat daxuyandin. Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg danezana encamê daxuyand. Di aporê de hat diyarkirin ku di demên dawî de Rûsyayê îstikrara fealiyetên xwe û pêbaweriya wan kêm kiriye. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku ji ber çalakiyên Îranê yê li Rojhilata Navîn şik û gumanên NATO'yê hene. 
 
DERBARÊ TIRKIYEYÊ DE 
 
Di danezanê de hat diyarkirin ku Sûriye xwedî envantereke fuzeyên menzîla kurt in û ev fuze digihên hin deverên xaka NATO û hevkarên wê. Di danezanê de ev tişt hat gotin: "Sûriye pirî caran ev fuze li hemberî nifûsa xwe bi kar aniye. Tirkiye di 4 salên dawî de 3 caran ji ber bû hedefa van fuzeyan, di vî warî de fikareyên me hene. Em xetereya fuzeyên balastîk ên Sûriyeyê dişopînin û em dinirxînin." 
 
"Ji bo bersivdayîna gefên ewlehiyên ku ji ber Başûr rû didin û her diçe zêde dibin, tevdîrên ewlehiyê yên li Tirkiyeyê hatine îtibaqkirin, dê tevkariya ewlehiya hemû îtifaqê bike û dê ev tevdîr bi giştî bên sepandin."