Di teqîna li Pakîstanê de 20 kes hatin kuştin

  • cîhan
  • 13:44 11 Tîrmeh 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Bêşawir ê rojavayê Pakistanê di nava girseyeke ku li hev kom bûbûn de pêk hat. Di teqîna ku Talîbanê girt zer xwe de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gorî ajansa AFP`ê li bajarê Bêşewir ê Pakîstanê di nava girseyekê de teqîn pêk hat û di teqînê de 20 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên Bêşawir. Li gorî fermandarê tîmên rakirina mayinan Şefqet Malik, zarokekî xwekûj ê 16 salî derdora 8 kîlo teqemenî li xwe pêçaye û derdora 3 kîloyan ji parçeyên hesinî jî hilgirtiye û xwe teqand. Piştî teqinê çend saet şûnde, berdevkê artêşê daxuyanî da û diyar kir ku metirsiyên ewlehiyê gefan li hemleya hilbijartinên zagonî yên 25`ê Tîrmehê dixwe.