YE biryar da ku Koçberan li navendan bisînor bikin

  • cîhan
  • 11:30 29 Hezîran 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên Yekîtiya Ewropayê (YE), piştî danûstandinên bi saetan li hev kirin ku Navendên Koçberan ên bi kontrol bên avakirin û hemû koçberan li vir kontrol û bi sînor bikin. 
 
Piştî daxuyaniya Seroka Almanyayê Angela Merkel, ya penaber ji bo Yekitiya Ewropa (YE) meseleya hebûn û nebûnê ye û dê pêşeroja Yekîtiyê diyar bike, Rêberên Yekîtiya Ewropa di zîrveyê de li hev kom bûn. Di civîna zîrveyê de biryar dan ku "Navenda Penaberan a Hevpar" ava bikin û penaberan li vir bi sinor bikin. Zîrveya Rêberan a Yekîtiya Ewropa (YE) duh li Bruksela Belçîkayê pêk hat. Civîna zîrveyê dê 2 rojan bidome. Ji YE'ê serokê hikûmetên 28 welatên endam amade bûn.
 
 
Serokê Konseya Ewropayê Donald Tûsk daxuyaniyek da û diyar kir ku lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser mijara pirsgirêka koçberiyê li hev kirine. Îtalyayê ji êvarê Pêncemê ve danezana encamê ya dawî bloke dikir. Îtalyayê ji welatên din ên Ewropayê dixwest ku bersivê bide daxwazên wê. Li dû danûstandinên ji neh saetan daxuyanî hate dayin û hate ragihandin ku hemû tevdîrên li ser "navendên bi kontrol" werin girtin, wê li ser bingeha dilxwaziyê be. 28 welatên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku sînorên xwe yên derve xurt bikin. Di vê çarçoveyê de tê xwestin ku alîkariya ji bo Tirkiye û Bakurê Afrîkayê bê zêdekirin û bi vî rengî pêşî li pêla koçberiyê ya ber bi Ewropayê ve bê girtin. Li gorî biryara lîderên Yekîtiya Ewropayê, beşa duyemîn a paketa alîkariya ji 3 milyar Euroyî ku ji bo penaberên Sûriyeyî ji bo Tirkiyeyê hatiye plankirin, wê bide. Ji bo projeyên koçberiyê yên li Afrîkayê jî wê 500 milyon Euro bê dayin.
 
Di encamnameyê de hate ragihandin ku wê avakirina "navendên pêşwazîkirinê" yên li derveyî Ewropayê bên lêkolîn.