Ji Konseya Ewropa peyama ‘hilbijartinê taloq bikin’

  • cîhan
  • 13:47 24 Nîsan 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê bi hinceta “Hilbijartin dê ne guncavî krîterên Ewropayê be” banga taloqkirina hilbijartina 24’ê Hezîranê li Tirkiyeyê kir. 
 
Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê (MPKE) banga taloqkirina hilbijartina 24’ê li Tirkiyeyê kir. Li gorî nûçeya DW Tirkî; MKPE got ku dê ji ber Rewşa Awarte ya li Tirkiyeyê gumana ewlehiya hilbijartinê heye û got: “Hilbijartin dê di nêvengek demokratîk pêk neyê.”