Trump ji bo keşeyê amerîkî yê girtî Tirkiye rexne kir

  • cîhan
  • 11:00 18 Nîsan 2018
  • |
img

NAVEND NÛÇAYAN - Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê keşeyê amerîkî Andrew Craig Brunson yê li Tirkiyeyê bi îdîaya li ser navê FETO sûc kir hatibû girtin peyamek belav kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê hemwelatiyê DYA'yê keşeyê Andrew Craîg Brunson ê bi îdîaya endamê FETO li Tirkiyeyê hat û derbarê wî de 35 sal cezayê girtîgehê tê xwestin li ser hesabê xwe tweet parvekir. Trump, diyar kir ku Brunson bi awayekê bêbinge li Tirkiyeyê tê darizandin. Trump di peyama xwe ya medya civakî ya Twitterê de ragihand ku Andrew Craig Brunson serokekî xrîstanî yê baş e û got: "Ji bo wî dibêjin sîxur e, ez ji wî sîxurtir im." Trump di berdewamiya peyama xwe de wiha got: "Keşe Brunson serokekî xrîstiyanî yê baş e, kesekî jixwerazî ye û li Tirkiyeyê li ser tiştekî vala tê darezandin û rastî zilmê tê. Ji bo wî dibêjin sîxur e, ez ji wî sîxurtir im. Hêvî dikim ji bo vegera mala xwe destûra wî were dayîn."