YE: Tirkiye beropaş gavên mezin avêtiye

  • cîhan
  • 10:38 15 Nîsan 2018
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ewropa (YE), di rapora der barê pêşketina endamtiya Tirkiye de, diyar kir ku Tirkiye beropaş “Gavên mezin" avêtiye û di hevdîtina Enqereyê ya li ser endamtiyê de tu bingeh tune ye. 

Rapora Yekîtiya Ewropa (YE) ya der barê pêşketina Tirkiye de, di kovara heftane ya Welt am Sonntag a Alman de hat weşandin. Li gorî nûçeya Deutsche Welle, rapora der barê Tirkiye de dê di 17'ê Nîsanê de ji aliyê komîsyona Ewropa ve bê weşandin. Li gorî raporê Tirkiye beropaş "Gavên mezin" avêtiye û Enqere di hevdîtina endamtiyê de li ser pêşketinê gav neavêtiye.  Di raporê de tê xwestin ji bo pêşketin çê bibe divê Tirkiye OHAL a ji Tîrmeha 2016'an îlan kiriye rake. Dîsa diyar dike ku piştî hewldanên darbeyê 150 hezar kes hatine binçavkirin û jê 110 hezar karmendên dewletê ji kar hatine dûrxistin û 150 rojnameger û nivîskar hatine girtin.