Tirkiye li Tribunala Navneteweyî tê darizandin: Organîzeya sûc dewlet e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ji ber sûcê ku hikûmeta AKP'ê kiriye li Tribunala navneteweyî tê darizandin. Tevî ku dawetiye ji bersûcan re hat şandin û bersûc tev li darizandinê nebûn, îdîanameya hatibû amadekirin hatin xwendin. 
 
Darizandina Tirkiye ya ji ber kiryarên xwe li Trîbunala Navneteweyî ya li Parisê tê darizandin. Di salên 1960’an de DYA ji ber kiryarên li dijî Vietnamê hatin darizandin, niha jî Tirkiye ji ber kiryarên li dijî Kurdan û gelên din tê darizandin. Trîbûnal a Navneteweyî ku Tirkiye ji ber sûcên ku hikûmeta AKP'ê kirine, lê bê darizandin, îro li Parîsê dest pê kir. Di nava kesên bên darizandin e Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan jî heye. Trîbûnal a Navneteweyî ya bi navê din Dadgeha Gel a Mayinde xwe dispêre Dadgeha Russell ya di salên 1960’an de DYA ji ber sûcê li dijî Vietnamê kiribû hatiye darizandin. Darizandin li avahiya Borsaya Kar a li Parîsê dest pê kir. Di nava kesên tê darizandin yek ji kesên sereke Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan e. Dîsa fermandarên leşkerîe û rayedarên dewletan ên tev li sûcê mirovahiyê bûne tên darizandin. 300 kesên ku di qada navneteweyî de tên nasîn û 45 saziyên navneteweyî piştgiriyê didin dadgehê. 7 hekîm dadgehê bi rêve dibin. Lêpirsîn ji aliyê yekîneya hiqûqnasên navneteweyî ve tê meşandin. Sûcê li dijî kurdan hatiye kirin jî di îdîanameyê de heye. Di îdîanameyê de der barê kurdan de nêzî 100 rûpel heye. Dadgeh dê biryara xwe 2 meh şûnde bê darizandin. 
 
Di heman rûniştina dozê de şahidên komkujiya Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Sûrê jî bên guhdar kirin. Di 16'ê Adarê de jî der barê komkujiya Roboskê û qetilkirina jinan de bên guhdarkirin. Dîsa şahidên der barê kuştina Musa Anter, doza rojnameya Ozgur Gundem û DEP'ê de bên guhdarkirin. Di rûniştina sêyemîn de jî şahidên Şemzînan, Basa û kuştina 3 jinên kurd a li Parîsê bê guhdarkirin. Dîsa dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya rêxistinên li heremê jî dê bên guhdarkirin. 
 
Li dadgehê Dadger Philippe Texier ê berê Serokatiya Komîteya Mafên Çand, Civak û Aborî yê Neteweyên Yekbûyî kiribû serokatiya heyetê kir. Dîsa Endamê Komeleya Dadgerên Ewropayê Domenico Gallo, Siyasetmedara Jin a Îtalî, Rojnameger û Nivîskar Luciana Castellina, Peywirdara Koordînasyona Mirovan a Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî Denis J. Halliday, Lêkolînerê Civakî yê Zanîngeha Coimbra Teresa Almeida Cravo, Profesorê Hiqûqê yê Navneteweyî yê Zanîngeha Cergy-Pontoise Majid Benchikh û Profesorê Hiqûqê u Zanyarên Siyasi yê Zanîngeha Hamburg Norman Paech amade bûn. Dadger Gallo, di destpêkê de li ser pêvajoya armanca avakirina dadgehê rawestiya. Gallo, der barê kar û rêbazên darizandina dadgehê de agahî da. Gallo, diyar kir ku wan der barê darizandina Tirkiye de dawetiye şandiye, lê tu vîn nîşanî vê yekê nedane. 
 
Piştî Gallo, Piştre serokê Dadgehê Texier, xwest îdîanameyê bixwînin. Parêzerê Belçîkayî Jan Fermon, diyar kir ku dewleta Tirk wekî dewletê cînayet kiriye û sivîl bombe kirine, talan kiriye û şewitandiye. Fermon,  bal kişand ser şerê PKK’ê û wiha got: "PKK şerekî çekdarî dimeşîne. Divê êdî mafê tayînkirina qederê bê naskirin. Fermon, anî ziman ku berpirsiyarê tundiya ku li Tirkiye pêş ketiye înkar û îhlala mafan e. 
 
Sûcên hatine kirin bi organîzeya dewletê pêk hatine
 
 
Fermon, anî ziman ku sûcên li dijî kurdan hatine kirin, bi organîzeya dewletê pêk hatine. Fomen, bal kişand operasyonên li ser Şirnex, Cizîr, Sûr û Nisêbînê. Fermon, anî ziman ku darazek navneteweyî ya sûcê Tirkiye darizine tune ye. Sûcê ku tên kirin bi organîzeya dewletê tên kirin. Divê heyeta dadgehê vê yekê jî li ber çavan bigire. 
 
BERPIRSIYARÊ XERAKIRINA BAJARÊN KURAN ÊN HATIN XERAKIRIN ERDOGAN E
 
Fermon, anî ziman ku berpirsiyarê xerakirina bajarê kurdan ên di sala 2015-2016’an depêk hatin Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan e û wiha got: “Armanca wî ew bû ku pêvajoya aştiyê bi dawi bike û pêvajoya şer bidin destpêkirin. Bi operasyonan hemû leşkeran bê sînor hêz bikar anîn. Wê demê Fermandarê Duyemîn Artêşa Tirkiye Adem Hududî li wir berpirsiyar bû. Lê Hududî îro ji doza FETO girtî ye. Li Tirkiye gelek beşên cuda zerarê didin hev. li dijî hev darbeyan pêk tînin. Lê di mijarên li dijî kurdan de dibin yek. "
 
Piştre Parlamenterê HDP'ê Ahmet Yildirim û Aborînas Ahmet Pelda axivîn. Ahmet Yildirim bal kişand ser komkujiyên siyasî yên li dijî siyasetmedarên kurd û zextên siyasî yên li ser gelê kurd. 
 
Ahmet Pelda jî bal kişand ser aboriya Tirkiye û aboriya kurdan.