Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da

  • cîhan
  • 15:55 24 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di hevdîtina xwe ya bi Reîsî re de bertek nîşanî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Di operasyoneke leşkerî ya li dijî Sûriyeyê de em piştgiriyê didin muxalefetbûna Îranê ya li dijî operasyonê.” 

 
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bertek nîşanî operasyona leşkerî ya ku Tirkiye dixwaze li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne. Di hevdîtinê de Macron wiha got: “Di operasyoneke leşkerî ya li dijî Sûriyeyê de em piştgiriyê didin muxalefetbûna Îranê ya li dijî operasyonê. Ji bo peymana nukleerî were çareserkirin jî ya ji destê me tê em ê bikin.” 
 
Rayedarên îranî jî di daxuyaniyên xwe yên piştî hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Tehranê de destnîşan kiribûn ku li dijî operasyoneke gengaz a Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.