Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya

  • cîhan
  • 14:39 23 Tîrmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê bi mijara taybet a li ser Qetlîama Zaxoyê bi beşdariya 242 endaman civiya. 
 
Piştî Qetlîama Zaxoyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve li seyrangeha gundê Perex a Zaxoyê pêk hat, Parlamentoya Iraqê îro civiya. Civîn bi taybetî bi babeta êrişên Tirkiyeyê pêk tê û civînê bi amadebûna 242 parlementeran dest pê kir.
 
Rûniştina Parlamentoya Iraqê ku li ser daxwazname û bangên parlamenteran û hêzên siyasî yên Iraqê pêk hat, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fûad Hisên, Fermandarê Artêşa Iraqê û Wezîrê Parastinê yê Iraqê jî beşdar bûne.
 
Tê payîn ku ji civînê derbarê êrişên Tirkiyeyê yên li ser axa başûrê Kurdistanê hin biryar derbikevin.