Sariyildiz: Êrîşên li ser Efrînê berdewamiya Cizîrê ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz li NY’yê axivî û got: "Ji ber ku li dijî hovîtiya li Cizîrê hûn bêdeng man Erdogan îro heman komkujiyê li Efrînê didomîne. Ev êrîşa îro li Efrînê pêş dikeve berdewamiya Cizîrê ye." 
 
Kombûna Mafê Mirovan a 37’an a Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) li Bûroya Cinêvê ya NY’yê didome. Di kombûna îro de ji hela ÎFOR’ê, saziya civaka sivîl ve bi mijara mafê mirovan a li Tirkiyê panêl hat li darxistin. Di panelê de Nûnerê ÎFOR’ê Derek Brett pêşkêşî kir. Dîsa şahidê komkujiya Cizîrê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axivî li ser rastiya şerê li Cizîr û Efrînê û helwesta Ewropa axivî. 
 
SARIYILDIZ: BÊDENGIYA NY’YÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Sariyildiz bi slaytê komkujiya Cizîrê vegot û wiha got: "Dewleta Tirk li Cizîrê 79 rojan sûcê şer û mirovahiyê kir. Komîserê Payebilind ê Konseya Mafê Mirovan ê NY’yê Zeîd Ra’ad El Huseyîn li ser tiştên ku wê demê hatin jiyîn got, ‘mirov matmayî dimîne.’ Tiştên ku li Cizîrê bûne piştre di raporên NY’yê de weke ‘tabloya qiyametê’ hate xuyakirin. Lê ya ku jê re qiyamet dihate gotin sûcê şer û mirovahiyê bû lê bi rengekî vekirî ev negotin." Sariyildiz, da zanîn ku helwesta NY  ya li hemberî bûyerên Cizîrê nayê qebûlkirin. 
 
143 MIROV HATIN ŞEWITANDIN
 
Sariyildiz anî ziman ku di qedexeya deketina derve ya Cizîrê de li 3 jêrzemînan 143 mirov hatin kuştin û wiha got: "Bi kuştina mirovan xwestin mirovên din bitirsînin. 150 hezar mirov hatin binçavkirin û bi hezaran mirov hatin girtin. Dîsa bi deh hezaran mirov ji kar hatin avêtin. Erdogan darbeyê li gorî berjewendiyên xwe bi teşe dike." 
 
‘JI BER KU BÊDENG MAN SÛCÊ ŞER DIDOMÎNIN’
 
Sariyildiz, destnîşan kir ku dewleta Tirkiye  li Cizîrê li ber çavê cîhanê sûcê şer û mirovahiyê kiriye û îro jî hê jî her kes li hemberî kiryarên Erdogan û hikûmeta bêdeng in û got: "’Wê rojê ji bo ku bêdeng man, îro Erdogna heman sûcê şer û mirovahiyê li Efrînê jî didomîne. Tirkiye tişta ku li Cizîrê kir, niha li Efrînê dimeşîne. Ger ku îro NY Li hemberî pêkanînên li ser Cizîrê derketibûya îro li Efrînê ev tişt nedikir. Niha tevî agirbestê ya Konseya Ewlehiyê ya NY’ê dîsa Tirkiye êrîşan didomîne. Divê NY’ê li dijî vê yekê dengê xwe bilind bike.