Wezîr Rex Tillerson: Ger azadiya çapemenî û darazê hebe têkilî dê bidomin

  • cîhan
  • 13:39 16 Sibat 2018
  • |
img

ENQERE - Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Rex Tillerson û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlûd Çavuşoglu li Odela Palas a Enqereyê hatin cem hev. Wezîr Rex Tîllerson Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku ger azadiya çapemeniyê, azadiya darazê û serdestiya hiqûqê hebe dê têkiliyên wan bidomin. Wezîr Tillerson, ji bo OHAL'ê jî Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku girtî pir zêde ne. 

Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê Rex Tillerson piştî duh Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ziyaret kir, îro jî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlûd Çavuşoglu li Odela Palas a Enqereyê ziyaret kir. Wezîr Rex Tîllerson di ziyaretê de Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku ger azadiya çapemeniyê, azadiya darazê û serdestiya hiqûqê hebe dê têkiliyên wan bidomin. Wezîr Tillerson, ji bo OHAL'ê jî Tirkiye hişyar kir û diyar kir ku girtî pir zêde ne û wiha got: "Tirkiye yek ji welatê tev li NATO bûye ye. Tirkiye bi DAIŞ'ê û PKK'ê re rû bi rû ye. Divê em bi hevre bixebitin. Ji bo ku zerar negêje welatiyên sivîl tikayên me ji Tirkiye hene. Ger ku azadiya çapemeniyê, azadiya darazê û serdestiya hiqûqê hebe hevkariya me dê bidome. Divê hurmetê nişanî mafên mirovan bidin."